destpêk                      gotare bişîne                   têkilî                     links                     erşîv                     beşê arabî   
nivîsar

Tirbesipî: Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Kurdên li derve û malbatên
wan dayina belgeyên nasnameyê qedexe dike - Navên pêşî peyda bûne KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2010ê - Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi na
... Berdewam bixwîne

Qamişlo: Komek Fileh di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2010ê - Piştî Tirbesipî û Amûdê KurdWatch navên kesên ji derve yên ji Qamişloyê, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, peyda kirin. Di vê lîsteyê de balkêş e ku gelek kesên ku navên wan tê de ne, fileh in. Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Qamişloyê lîsteyên Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Amûdê: 58 Kurdên derve di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2010ê - Wek ku berê hatibû behskirin, Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, şandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Hevpeyvîn bi Birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê
Nivîskarê Rojnama Agirî Selîm Zencirî, bo baskirin li ser paketa AKPê bo reformên Destûrî, helwesta kurdan û bi giştî
... Berdewam bixwîne

Peyama Mistefa Hıcrî ji bo greva giştî
Peyama Birêz Mistefa Hıcrî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê Bi Boneya Gireva Giştî A Xelkê Kurdistanê

?

... Berdewam bixwîne

Nameyek vekirî jibo desthilatdarî ya sûrî ( beshê 1 ê )
Ahwara Ako- mahmoud ako nivîskar û rojnamevan. 

rojavayî kurdistanê.


Sûrî kirinên xwe yên dijî mirovantî yê rawestîn.  mafê gelê kurd ê rewa bi dilovanî bigir yana wê li ser serê we teva bibi herifandin û wêran kirin

... Berdewam bixwîne

Ev beşe vê gavê bê naverok e.
 

DI ZIMANÊ KURDÎ DE VEGOTINA DEVKÎ



BEŞA ÇAREMÎN
HESEN HUSEYÎN DENÎZ

Di nava axaftina rojane de cihekî taybetî yê gengeşiyê heye. Bi rêka gengeşiyê mirov dixwaze nêrîn, raman û bîr û baweriya kesê
li hember xwe biguherîne, yan jî bandûrê li ser çêbike. Gengeşî ne lidijhevrabûn e. Hinek kes hene ku di bin navê gengeşiyê de, li dijî her tiştî derdikevin. Ew ne rast e û nabe gengeşî.
Gengeşî di navbera du -yan zêdetir- kesan de ji bo raman an nêrînekê bi hev bidin têgihîştin û pejirandin tê kirin. Herkes nêrîna xwe ya di derbarê mijara tê gengeşekirin de dibêje. Her yek, ji nêrîna yekî din re rêzdar e. Yek dora axaftinê dide yekî. Her yek him guhdar e, him axaftinêr e.
Ger mirov du kes di derbarê mijarekê de xwediyê nêrînekê be, hewce nake li ser gengeşiyê bike. Lê ku nêrînên mirov cuda cuda bin, wê demê ji bo bi hev pejirandindayînê dest bi gengeşiyê dike. Divê gengeşî neyê xitimandin. Dema yek ji ser a xwe neyê xwarê, gengeşî ji rêka xwe derdikeve û lidijhevrabûn tê holê.
Di gengeşiyê de dema kesek nêrîna xwe bi awayekî rast datîne holê û mirov rastiyê dibîne, divê pê bawer bike û dev ji nêrîna xwe berde, wê rastiyê bipejirîne. Wê demê gengeşî digihê armanca xwe û çiqasî were dirêjkirin jî aciziyê û lidijrabûnê çênake. Ji bo vê divê gengeşî ne bi hest û coşê, bi pelikandin, peyitandin û delîlandinê were domandin. Li gor ku armanca gengeşiyê guherandina bîr û baweriya kesê duwem e, divê her gotin bikaribe were peyitandin ku mirov xwe bi xwe vala dernexîne.Gengeşî qasî ku di jiyana rojane de, di navbera du-sê kesan de tê kirin, di fêrgeh an zanîngehan de, di navbera komeke xwendevan an zanyar de jî dikare were çêkirin. Ji bo vê jî amadekariyên pêwîst in hene:
-Mijara li ser gengeşe wê were kirin, divê berya lihevrûniştinê hatibe pêdandin(tespîtkirin).
-Ji ber ku divê gengeşî bi pelikandin û delîlandinê were peyitandin, divê li ser mijarê amadekariyên di vî warî de hatibin kirin.
-Rêvebireke bikaribe gengeşiyê rê ve bibe, divê hatibe hilbijartin.
-Di dema gengeşiyê de nêrîn û ramanên me dane pêş, ger bi awayekî rast û zanyarî hatibin pûçkirin, divê di wê bêhnê de êdî mirov li ber xwe nede û rastiyê bipejirîne.
-Divê herkes li yê diaxive bi sebr guhdarî bike, li xweşiya wî neçe jî, zanibe mafê wî yê axaftinê heye û divê bi rêzdarî guhdarî lê bike ku bikaribe xwe jî bide guhdarîkirin.
-Armanca gengeşiyê pûçkirina ramanekê bi ramaneke din e û ji vê xwegihandina rastiyê ye. Ji bo vê di gengeşiyê de mirov divê ne bi hestên xwe, bi ramana xwe biaxive û dernekeve derveyî mijarê.
Dema du kes di navbera hev de gengeşiyê dikin jî divê van prensîbên gengeşekirinê li ber çav bigrin ku gengeşiya di navbera wan de nebe sedema pevçûna wan.
***


 
E-Mail: hemid9@hotmail.com                                                              www.alparty.de

Webdesign by : www.hamo-host.de