
Dîyare ku li ber çirûskên eşq û evîna welat, pêyxem ji Cegerxwîn re dihatin û li ber ronahiya wê eşqê,ayat û şîretên xwe dinîvsandin . Kul û derdên gelê xwe pê dipêçan û ji dem û dîrokê re dihêştin ,ta rojekê êş û kulên wî ji me re bipeyvin û dermanê derd û êşên gelê me nîşandin.
Cegerxwîn bi wê eşqa millet û welatê xwe jî helbestên xwe li ber ronahiya agirê Zara dihûnan û dixwendin , dispartin ûjdanê gelê xwe yî nemir li qada rastiyê û bi hestên xwe yî gerim,ji şîretên xwe banga rizgariyê bang dida û dixwand ta mirov ji tarî û zordestiyê, derbaz be ber ronahiyê..
Seydayê Cegerxwîn aşkere kirî ku ketiye bin bendora şoreşa nemir şêx Sahîdê Pîran ji hîngê de, pirtir bi êşa bindestiyê hestbûye .Loma jî seyda Cegerxwîn navê xwe ji şêxmûs kirîye Cegerxwîn û bi hêz xebata welatparêzî bi rê ve birî ji ber wê yekê; navê wî jî dibe wek navê tevgerekê ,wê hinge çi kesê welat parêz ku di devera Cezîr û mardînê de pêde dibûn, jê re digotin Cegerxwînî, li ser navê Seyda Cegerxwîn .çimkê seyda Cegerxwîn bûbû sembûla xebat û welatparêziya gelê xwe di vê malkê de gotî:
Min dest bi kurdiyê kir peyda kirim çend mirûd
Bi xweşxwan û reşbelek xasima piştî şêx seîd.
(Bi kurtî jîna min) D !- R 279
Bi nirîna min Cegerxwîn bi heft şîretên girîng; eşqa miletê xwe dahûnayî û ji ber giringiya wan şîretan jî Cegerxwîn bûye Rêberê miletê kurd, gelê Kurd jî ew wek:pêxemperê demê ji xwe re hilbijartî û helbestên wî jî wek hedîsên pêximberan ji ber kirine, di nav civaka xwe de bikaranîne û bikar tînin .Çimkê ;di derbarê her babetekê de û alîyê jîyana merov de, nemir Cegerxwîn helbestên xwe weke pend û şîret ji gelê xwe re nivîsîne .Mînak:
Gava merov ji jinekê re bêje tu jineke; ev kar karê te nîne yan tu vê karî nikarî bike yan jî jin bibêje ew karê me jinan nîne, yekser bi helbesta Seyda bersiv tê dan :" Şêr şêre çi jine çi mêre".
Bi gotana filan welata xweşe re, yekser bi helbesta Cegerxwîn bersiv tê dan:" Şam şekire welat şêrîntire" Ya kesek ji keskî din re bêje tu ye çikê ji xwendinê,yan bes te xwend,dîsa bi helbestên seyda besriv tê dan :" xwandin nebî kes naçe pêş ,peyda dibin pir derd û êş" ne dûre ku ew pend ji gotinên peşiyan bin jî lê seyda Cegerxwîn kaniye ew bi hostayetî bikirana xizmeta helbestên xwe û vejîyandana.
Tiştê din girîng ku merov dikare di derbarê kesaytiya Cegerxwîn de bêje;wî ticarî koletî qebûl nekirî û serê xwe ji ne heqîyê re nehjandî .Çi deselat di dema wî de hebûne, bê tirs şer û rexneyên hemîyan kirî.,li dijî Hukometên nejadperest ,li dijî hukmê Şêx û Axan ,li dijî xurafeta Mela û olperstan, çi deselatên wê hîngê hebûne Cegerxwîn ew hemî bi qelemê xwe, şermzarkirine û bi helbestên xwe şerê wan kirî.Çinkê Cegerxwîn xudî bîr û bawer bû, nezanî durûyetî û derew li xwe bikirana, Ji ber wê jî Cegerxwîn bû sunbula helbestvana û wêjeya berxwdanê û şîretvanê gelê xwe .Tenê kesekî xudî hêz û xudî sermîyan di wê hîngê di dikarî rexne li wan deselatdaran bigirta.Cegerxwîn bi peyv û qelemê xwe deselatarên serdema xwe hemî bi tundî riswa û şermezar dikirin.Çinkê sermîyanê Cegrxwîn zanebûn bû ,bîr û bawerî bû.Kê dikarî di wê serdemê de bi gota:
Ji tirsa zana Xudê birine ezmana
Çi nimej û rojîne?
Çi siwak û tizbîne?
Hemî çîrok û derew
Me ji dijmin re dixin xew
Mirovên pir zana
Xudê birin ezmana
Lê teng nekirine qefes
Da neghêne destên kes
Eger li vir bihêşta
Me yê ew zû bikuşta
Lê jîrekan ew bir jor
Di destê wî de maye zor
Ronak-4 .R 114
Bîr û bawerî yên ku seyda Cegerxwîn di wê demê de nivisîne ,îro jî ti helbestvan nikarin binivsînin.Di wê serdemê de ev helbest nivîsîne:
Şêx ne dilxwazê te ye,lê rêncberê navê xwe ye
Tekyexana wîdivê ko tê hebin çend kerkere.
Agir û pirîsk-Dîwana-1-R.44
Şêx û beg û axa dijminin xweşmêrin
Bindestê xelkêne ji we re wek şêrin
Sewra Azadî.D-2-R.26
Hawar dikim
Ranabî kes
Şêx û mela
û Pîr û qes
Bi Xaç û xişt
û mizgeft û dêr
Em xistin e
Tora neyêr
Ronak-4-R.13
Ez bawerim Cegerxwî bi nivîsandina van helbestan, mebest jê ne şerê ole, tenê şerê oldarên nezane ku dibûn bend li ber serxwabûna gelê Kurd .Raste carcar oldarên bi bîrûbawer bi xwe jî şoreş û serhidanên kurdî bi rêve birine, lê ji yaliyekî din ve jî dujimnan di riya meleyên kurd Fetewe dane li dijî xebat û daxwazên gelê kurd û kurd kirine çend bend û li dijî hev bi karanîne.Mînak di şorişa Şêx Sehîd Pîran de, di serhildana Seyêd Riza de. Ta niha jî gelê kurd bi Muslimantiyê tê xapandin wek van partiyin Usolî li dijî tecriba kurdistana Federal şerdikin, mînak : Cind Elîslam û yên din weke wê jî li Kurdistana Bakur ku hîn bawerî û hêviyên xwe di nav rî û rîşên muslimanan de dibînin. Di hilbijartinên salaçûyî de li kurdistana bakur piraniya dengan çûn ji partiyek Musliman re, ew jî partiya Erdûgan e, îro jî agir bi sere gelê kurd de dibarîne û roj ji rojan gefgiran li kurdistana Fedral dike . Ev diyar dike ku bîr û baweriyên seyda Cegerxwîn di derheqê Misilmaniyê de rast bûne .Ji roja Muslman hatî de, hemî dujminên gelê Kurd Mslmantî kirine xizmeta bircewendiyên xwe, tenê gelê kurd xwe kirî xizmeta Muslmaniyê.
Seyda Cegerxwîn ji dîwana yekê ta ya heştan bi rihekî helbest nivsîye, tenê di şêwe û hunerê helbestê de hin gorankarî kirine lê wek bîr û bawar î her serxwabûna, azadî û rizgarîye gelê Kurd e.Seyda Cegerxwîn; nezanî jî wek: Dujminekî mezin li qelemdaye û berdewam di helbestên xwe de, şerê nezaniyê kirî . Lê di dîwana dudiyê û sisiyê de, di bin Pandora Marksiyê de helbest nivîsîne.Lewra me ev lêkolîn li ser Dîwana Cegerxwîn ya yekê kir bi baweriya min rih û canê Seyda pirtir di wê dîwanê de ye.Gava merov helbestên Seyda Cegerxwîn dixwîne, pê hest dibe ku helbestên wî ne tenê ji hestên wî bûne ,pirtir ji bîr û bawarên wî bûne .Loma min nav li wan helbestan kir şîretên Cegerxwîn.
Cegerxwîn bi xwe jî di rojên teng û tarî de kitêbên xwe çapkirin .Gava firansiz di sala 1945 ê de ji welatê Sûrê dikşe û dispirê Ereban, hîngê Hukometên Ereb dest bi şofînîzma xwe dikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe dikin. Di sala 1997 a de Min bubogirafiyak li ser kitêbên kurdî ku li Sûrê hatine çapkirin li govara Buhar belavkir, diyar bû ku Ji sala 1945 ê ta sala 1991ê tenê pênc kitêb bizimanê kurdî bi ne hînî li Sûrê çap bûne. Ji wan kitêban çar yê seydayê cegerxwîn bûne û yek jî Memê Alan bû ji yaliyê mamostayê nemir Nûrdîn Zaza û dostê miletê kurd Rojê lîsko ve hatibû bervkirin ,ew jî. Di 1945 ê de kovara Hawar û Ronahî yên Mîr Celadet Bedirxan radiwestin ta sala 1968 ê yek kovar Kurdî li sure belav nabe, di sala 1968ê de kovarek belvdibe bi navê Gulistan ew jî Cegerxwîn sernivîsê wê bû ye. .
. ---------------------------------------------------------
Ji şîretên Cegerxwîn me heft şîret ji bo vê lêkolînê ji dîwana wî ya yekê ya bi navê Agir û Pirûsk girtine
-Şîreta yekem ,di derbarê Welat de:
Cegerxwîn bi dirêjiya temenê xwe doza rizgariya welatê xwe dikir, di xortaniya xwe de li çar perçeyên Kurdistan geriye û qelemê xwe kirî çekek hingavtî, pê doza rizgariya welatê û miletê xwe kirî,Mînak ji helbestek wî:
Rabin li we îro xebat,çêkin dibistan û civat
Em jî di gel we bo welat,zarok bixwînin roj û şew
Dîsa ceger min bûye xwîn,dîn çû ji dest min mame dîn
Bo min welat şêrîn û zîn,her şev li ser nalîn û tew
(ev awa dom nake)D 1 – R 50
Weke Mîrê helbestvanê kurd Ehmedê Xanî gotî: Kes zarokê xwe yî nesax,bi zarkê xelkê yî sax naguhrê. Seyda Cegerxwîn jî weha gotî:
Em welatê xwe nadin bi berlîn,
Deşt û latên xwe em nadin bi çîn,
( Ola me xortan ) D 1- R 118
Ev yek ji şîretên helbestvanê mezin Cegerxwîn bû ku di piraniya helbestên xwe de doza xebatê kirî û li ser welatê xwe bi eşq helbest nivisine.
Destgiriya Xortan
Dengê kêye dinale,nale nala welate.
Dikî gazî,dikalî rabin çaxa xebate.
(Destgiriya xortan) D 1- R 16
Helbestvan Cegerxwîn ji destbêka xortaniya xwe de bûye welatparêzekî mezin û weke dildarekî ku aşiqî dîlbera xwe bibe, ew jî aşiqî walatê xwe dibe û li ser helbestan dinivîsîne.Lewra welat vê helbestê de bi Destgiriya Xortan bi navkirî, ji bilî wê jî her di helbestên xwe de Kurd û Kurdistan bi gelê xwe daye nasîn û gelê xwe hişyar kirî.Di vê helbestê de jî Cegerxwîn bi zimanê Welatê xwe Kurdistan peyviye:
Kurdistana delalim;her kes tê min dixwazî;
Ez pir şox û şepalim ,min deng daye bi nazî.
Ev bû bîst û du salim,li ser min cengebazî
Kurdo were min bixwaze,belê biserfirazî.
(destgirtiya xortan)D 1-R 16
Seydayê Cegerxwîn diyar dike ku ketiye bin bendora şoreşa nemir şêx Sahîdê Pîran ji hîngê de, pirtir bi êşa bindestiyê hestbûye .Loma jî seyda Cegerxwîn navê xwe ji şêxmûs kirîye Cegerxwîn û bi hêz xebata welatparêzî bi rê ve birî ji ber wê yekê; navê wî jî dibe wek navê tevgerekê ,wê hinge çi kesê welat parêz ku di devera Cezîr û mardînê de pêde dibûn, jê re digotin Cegerxwînî, li ser navê Seyda Cegerxwîn .çimkê seyda Cegerxwîn bûbû sembûla xebat û welatparêziya gelê xwe di vê malkê de gotî:
Min dest bi kurdiyê kir peyda kirim çend mirûd
Bi xweşxwan û reşbelek xasima piştî şêx seîd.
(Bi kurtî jîna min) D !- R 279
Di van du malikên helbestê de diyare ku seyda Cegerxîn ketiy bin Pandora şoreşa nemir şêx Seîdê Pîran.
-Şîreta duwem,di derbarê Yeketî de:
Helbestvan Cegerxwîn piraniya helbesên xwe li ser yeketiyê dahûnane, weke rêberekî ji gelê xwe daxwaz kirî ku gelê xwe bibe yek hêz li hemberî dijmin:
Lê êl û beg tev, bibin yek,
Yek dest û yek dil gogê dibin şeg. (Êl yeman Beg yeman)D 1-R 34
Daxwaz ji xelkê dewlemend û belengaz kirî bibin yek.Dawa ji xelkê gundî û bajarî kirî bibin yek û dawe ji Kurdên Kurmanc û zaza û Celalî bextiyarî kirî û bi wê hestên netewî bilind gelê Kurd hişyarkirî .Divir de jî bi zaravê kurmanciya xwaro nivisiye:
Yeketî man îmro debê heyha bekom û hewaldan;
Ew dem alem debê êxsîrî bend û nîrî kurd.
(lexewîxeflet helse)D 1-R35
Va helbestvanê hêja bûye wek şîretvan û rêberê gelê xwe û xwestiye dengê xwe bigîne gelê kurd li seranserî Kudistanê ,ta ku karibe doza gelê xwe bibe serî .loma gotî:
Gelî Kurdan ji xew rabin werin carek temaşe kin;
Yekîtî qence,pir başe,di Kurdistanê peyda kin.
(hin jî dey nakin D 1-R 45
Di helbetek din de jî bi zimanekî gundî, dewa yekbûnê dike.çinkê seyda Cegerxwîn dizanî piraniya gelê Kurd gundî may ji destê dujminan. lewra jî weha gotî:
Ta ko kurd û Kurdistan , nebin weke mûristan,
Ne bajar û ne jî gund, tev de nabin serbilind.
Torik û şêr û keftar, dême bikin tar û mar.
Bê yeketî em dijîn , lewre em bûn Cegerxwîn.
(xurtiya yeketîyê) D 1-R 105
Ne ev tenê seyda Cegerxwîn di derbarê yeketiê de nivisiye bi dehan helbestên wî helbestvanî di derbarê yeketiya gelê Kurd de hene .çinkê yeketî ji şîretên seyda yên serekî bûne ji ber dizanî gelê kurd welatê xwe rizgar nekirî ji ber her hevbendî ketiye nav Eşîrên kurd û ji hev re nebûne pişt .Loma çendîn Serhildan û Şorişên Kurdan rabûne û bi serneketine.
-Şîreta siyem:Daxwaza zanînê ye.
Di derbarê vê şîreta girîng de dîsa seyda Cegerxwîn gelek helbest nivîsandine û her dewa xwendin û zanînê li gelê kurd kirî û weha gotî:
Bese ,hûn ji xew rabin,ez gorî zû,
Ji zarokên xwe re bêjin ilmê nû.
(pendname) D ! – R 39
Cegerxwîn carek din jî bang li mezinên Kurd dike ku dibistana ji gelê xwe re vekin,ta zarokên kurd têde bixwînin nexwend nemînin .Wisa jî gotî:
Ji bo kurd û Kurdistan;
Ava bikin dibistan.
Da bixwînin keç û kur,
Çêkin top û balefir,
Xandewarên qenc û baş,
Li pêş leşker bikin marş.
(fala qereciya) D 1- R 77
Cegerxwî daxwaz kiriye ku merovê xewendevan û zana rêberiya leşkerê kurd bikin ta karibin bi serkevin û doza gelê xwe bibin pêş,Nivîsiye:
Her kes bi xwendin bûn xwedanê tang û top;
Lê em derwêşin,bixişt û xençer û kopalin.
(Xewa birçiya nayê)D 1- R 23
Cegerxwîn bi xwe jî bawara xwe bi zanînê û ilmê nuh dihanî loma jî dest ji Melayetiyê berdide û bi bîr û baweriyek zanîstî dest bi xebata xwe dike, û ji bilî helbestan jî çendîn kitêban di derbarê dîroka kurd de ,Filkilor ,Ferheng û Çîrok .Li vir jî helbestek nivisiye li ser zimanê kurekî kurd :
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye,
Zû bixwînin hev bibînin biçine Kurdistan bi lez.
(Pîra Torê)D 1- R 82
Di vê helbestê de jî qelemê xwe salix dide :
Erê xameya nav-şêrîn û şêrîn,
Ji ezman tegirt ta gihîşte zemîn.
Buhayê te arzan e, sê çar firing
Tu çêtir ji top û tang û tiving.
Bi te ez nijadê xwe hişyar bikim,
Bi carek li cenga neyar kar bikin.
( ji xameya min re ) D ! – R 70
Di helbestek din de jî seyda Cegerxwîn dibêje:
Ez dixwînim dilbirîn, Seydayê me Cegerxwîn.
Xandewarim pehlewan, bijî bijî Kurdistan.
(Dibistan)D 1-R 140
Seydayê cegerxîn di vir de jî wesf û qedrê pênûs (qelem) daye ta ku miletê kurd qedrê qelemê bizanibin ku qelem kane çi bik û hêza qelem çende, ji bo gelê kurd şûna dar, halet û tevir û bêran dest bavêjin qelemê û bi zanîn bixebitin,Cegerxwîn bi xwe jî di rojên teng de kitêbên xwe çapkirin .Gava firansiz di sala 1945 ê de ji welatê Sûrê dikşe û dispirê Ereban, hîngê Hukometên Ereb dest bi şofînîzma xwe dikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe dikin.Ji sala 1945 ê ta sala 1991 tenê pênc kitêb bizimanê kurdî li Sûrê çap bûne, ew jî bi nehînî çapbûn. Ji wan kitêban çar yê seydayê cegerxwîn bûne û yek jî ya mamostayê nemir Nûrdîn Zaza û dostê miletê kurd Rojê lîsko bûye ,ew jî destana Memê Alan bû ye. Koverek jî di dawîya salên şêstî de belav bû ye bi navê Gulistan ew jî Cegerxwîn sernivîsê wê bû ye.
Taybetmendiya seyda Cegerxwî çi di helbestên xwe de digot, bixwe jî we dikir. Yanê gotin û karê wî wek hevbûn ,durûyîtî nezanî merovekî rastgobû û berpirsiyar bû di ber helbestên xwe de, ew Sîma jî pir kême di helbestvanan de heye.
Di helbestek xwe de bi nave Dengbêj; banga dengbêjan dike ku dengbêj bi şêweyekî zanistî hunerê xwe bi rê ve bibin:
sazên nû peyda kin, dilê me pê şa kin,
mûzîka bixwînin; tiştin nû derênin.
(Dengbêj) D 1 - R 276
-Şîreta çaremîn:Qedrê serbestiyê.
Cegerxwîn xwe weke pêşmergeyekî dida pêş ,ji bo serbestiya gelê kurd û Kurdistan. Ji ber wê yekê bi dehan helbest li ser azadî û serbestiya gelê kurd nivîsîne û xweşî û rindiya azadiyê salixdayî :
Hey felek felek ,hey zalim felek,
Ka ew Kurdistan ka ew birca belek.
Min nave cinet ji te bi minet.
Serbest û azad va çûm cihenem.
(Ey felek) D ! – R 120
Hîngî seyda Cegerxwîn bi hesreta azadiyê bû , Cihenima azad jî bi wî xweş bû. Loma xwe kirbû leşkerekî birûmet û doza serbestî û rizgariya gelan dikir divan du malkan de jî weha nivîsîye:
Cegerxwîn tim dibêjî,serbestiyê dixwazî,
Di vê rê kiriye gorî,mal û canê xwe wî tev.
( ji bin destan tu derkev) D 1- R 18
Şîreta Cegerxwîn ew bû ku ji bo azadiyê ,can û mal û rihê xwe jî bidin diyar kirî ku azadî ji her tiştî giranbihatire ji ber wê yekê riya azadi ,serbestî û serxwebûnê li pêş gelê xwe kirî, ta miletê kurd serfiraz bijî di welatê xwe de.
Ma qey tu nizanî,ji kulan bû me Cegerxwîn;
Dermanê me ye serxwebûn,bo me werînin.
(Ji kulan bûme Cegerxwîn) D 1 – R 51
Seyda Cegerxwîn di helbestên xwe de nîşandaye ku serbestî dermanê her derdekiye ,ew jî bi xwendin û znînê nebe nayê meydanê di van malkan de weha nivisiye:
Ax birano ez nexweşim,nexweşê welatê xwe
Derdê min jana zirave,serxwebûne derman.
( De bigrîn li ser tac û sera) D 1 – R 63
-Şîreta pêncemîn:xurafeta Olan, di nav gelan de
Bi baweriya min Cegerxwîn bi kûranî Helbestên Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî , li gel helbestên şîrazî yê faris xwendine û ketiye bin bandora ramanên wan :
Wekî min gotine pîrê Cezîr û Hafizê şîraz,
Şerîhe wan temaşake meke bawer bi tewîlê.
Loma Seyda bi hêz li hember xarafatên Olan radiweste û bi taybet olê Maslimana ji ber piraniya gelê Kurd Muslimane:
Ez im pîrê mixan îro tu guhdêre li tefsîlê,
Çi kim îro bi Tewrat û bi Firqan û Inîlê.
Ne mûsa ma, ne Îsa ma, ne Zerdeşt û ne Taha ma,
Kufir nîne di vê wextê bi hikmê serf û tehwîlê.
Kîyê xaliq ,kîye raziq,kîye mabûd,kîye meşhûd,
Du sed roh el-qudis,bi bêtin ji şekê tebdîlê.
Eger raziq hebî kengî belengazî dibe peyda,
Tebîet xaliqê rohê micesem nûrê qendîlê.
( Ezim Pîrê Mixan ) D 1- R 182
Mîr Celadet Bedirxwan jî di Hawarê de, weha di derbarê Seyda Cegerxwîn de nivîsiye û gotî:
"Cegerxwîn wexta ku dev ji melatiya gundan berdayî, berghê xwe jî guhart.Cib û şaş avêtin,riha xwe ya dirêj u çar kenar ediland û dawiyê kete qelafeta xortên vî zemanî, her wekî suretê wî şanî dibe.
Wextê Cegerxwîn ev înqîlabên ha çêdikirin ,di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan înqîlabên mezin çêdibûn .Seyda jî şûrê xwe ji kalên kişandî bû,bera, şerê neyarê hundir dikir .li kurmên darê li kurmên ku dar dixwarin digeriya . Ew kurmên ku Seydayê Xanî berî sêsed salî pêşî me kirine."
Ez bawerim qesda mîr Celadet ji kurmê dare evin;
Bese ey alimê nezan temaşe nakî dinyayê ?
Bi vê gerê bi vê dewranê bi vê teswîr û temsîlê.
Çi tiştê esil nine çima pir jê xeberdarî,
Tu vê tiştî qe nas nakî bi tekrar û bi tehsîlê.
Cegerxwîn bû ji ber derda, me dîn û hem cihan berda,
Nikarim ez yekê bigrim bi tercîh û tefdîlê…
( Ezim Pîrê Mixan ) D 1- R 182
Weke diyardike ku seyda Cegerxwîn piştî xwendinek dirêj di riya şerîheta muslimanan de bîr û baweriyên wî tên gewirîn, ji rêzê sofîtiyê dikeve rêzê Zanistiyê(îlmaniyetê) di van malkan de weha dibêje:
Te mal neda me,ka hec û zekat;
Min jî qet navê ev sewm û selat.
( Hey Felek) D ! - R 120
Seyda di helbestên xwe de, gelek bihêrs êrişî ser şêxan kirî û diyar kirî ku şêx çawa li ser pişta belegazan bercwendiyên xwe bi rê ve dibin û miletê xwe jî di tariyê de dihêlin, naxwazin millet hişyar bibe.Seyda gotî:
Destê şêx maçî mekin ew şêx ne qutbê razî ye,
Tac û şewket tev xebata destê sar û tazî ye.
Ev ne dîne , dîn mebe,dîn serxwabûna milete;
Sar mebe ber lingê şêx,kengê xwedê jê razî ye.(destê şêx maçî meke)D 1- R 25
Di sala 1956ê de pîştî Cegerxwîn dîwan xwe ya duyê bi navê Sewra azadî belav dike, ji aliyê dadgeha Islamî el-ulya ve bi tewanbariya mulhud tê xwestin navenda wê dadgehê jî li bajarê El-laziqiyê bû ,Cegerxîn hîngê ditirse diçe bajarê Helbê dixwaz bi çe dadgehê .Gav diç mala dostê xwe Reşîd Ebdulrhman( bavê Fude)Ew jî ronakbîrekî kurd bû ,ew bervedêriya Seyda Cegerxwîn dinvîse û li dawîyê jî ayatek Quranê dinîvise :
-Şîreta şeşemîn:Rêberiya Xortan
Cegerxwîn di helbestên xwe de gelek banga xortên xwendevan kirî û hêviyên xwe di wan de çandin, ta ku karibin bi ilmê nuh bixebitin û doza xwe berve pêş bibin:
Ola me xortan miletperstî,
Ji me dûr dixî xwarîû mestî.
Pismamê Ristem kurd madîne,
Hemdemê roman,xortên kurdî ne.
Bê xwendin mane Cegerbixwîne.
( ola me Xortan )D ! – R 118
Seyda cegerxwîn çawa hêviyên xwe di xortên kurd de çandine xwestî hemi miletê kurd rê ji xortan re vekin û di her warekî de wan bidin pêş.
Loma Seyda weha gotî:
Dermanê me ye xwendin û zanîn,
Xortên xwandevan tev bûn Cegerxwîn.
(Ey felek) D 1- R 121
Gavê seydayê Cegerxwîn dibêje xortên xwendevan tev bûn Cegerxwîn mebesta wî, xortên xwendevan doza xwe nasîne û di ber de dixebitin.
Li vir jî seyda Cegerxwîn dibêje:
Rêçika keşaf û xortan yekîtî û dilpaqşî,
Em dixwînin da mezin bin ser tijî aqil û mêjî.
Pêşî her tiştî riya me zanebûn û pêşketin,
Em fîdakarê welêtin,rêçnasê miletin.
(Rêçika xortan) D 1 – R 115
Tê xuyan ku seyda Cegerxwîn Xortên kurd kirine sembolên serxwebûn û pirtir banga li xortan kirî ji miletê kurd pirtirî wan ne xwendewarbûn tenê di nav xortan de xandevan hebûn ji ber wê yekê Seyda her bang li xortan kirî. Çinkê bawariya seyda Cegerxwîn bi xwendin û zanînê dihat pirtirî her tiştî:
Ez nûhatîme ferxim ji dest dijmin te derxim
Ji sewas ta bi kerman bijî bijî Kurdistan.
Xebat bikin roj u şev şûr qelem di gel hev
Xortino herin dibistan bijî bijî Kurdistan.
Ez dixwînim dilbirîn seydayê min Cegerxwîn.
Xwendewarim pehlewan bijî bijî Kurdistan.
( dibistan ) D 1- R 14
Şîreta Heftemîn: Azadiya Jinan.-
Cegerxwîn di helbestên xwe de gelek bang li Jianan kirî ku jin mafê xwe binasin û doza mafê xwe bikin ji jinan re diyar kirî ku ew jî xudî taqetin di Karin di her warekî de xebata xwe birêve bibin ,dikarin bibin leşker bibin zana, bibin rêvebir bibin serok û wezîr.Ferq û cewazî nexistî nav jin û mêr. Loma jî seyda her dew xwendinê li jinên kurd kirî ku bixwînin û ji gelê kurd jî xwestî keçên xwe bi xwendin bidin. Di nav malkan de weha gotî:
Ey Keça Kurd nû gîhame tim dixwazim pêşveçûn,
Doz û daxwaza me her dem tac û ala serxwebûn.
Tim divê ko em bixwînin da nemênin jar û dîl,
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
Ez ji xew rabûm ser xwe ev dema kar û xebat,
Tim li ser ola Cegerxwîn canfîda me bo welat.
(şêrîn ) D 1- R 137
Cegerxîn gava digotin Keçê xwe bişînin dibistanê ji dil û can weha digot ji ber Cegerxwî kurdê yekê bû ku li bajarê qamîşlo keçên xwe dişandin dibistanê û bixwendin didan. wê hîng aqliya piraniya kurd qebûl nedikir keçên xwe têxin dibistananê û bixwendin bidin. Tenê eger kurdekî jî keça xwe bixwendin bida di heft heşt saliyê de dişandin dev melan ta ayetê quranê ji berbikin.Lê nemir Cgerxîn di wê hîngêde keçên xwe têve didan nav tevgera siyasî û rêya xebatê li pêş wan vedikir .Keçên seyda cegerxwîn li tênişta mêran xebata siyasî bi serbilindî birêv dibirin û peyv û gotinên nezanan di ser guhên xwe re davêtin Loma nivîskarê mezin Selîm Bereket di nav çêrokên xwe de tîne ziman ku milet çi li ser keçê Seyda digotin
Ey keçê rabe bixwîne da serbest her bijî,
Zû ji xew tû ser hilîne bes bimîne bê mêjî.
Rencbera hundur tu yî tim rind û jîr û zanabe,
Bo te bêtir her divêtin xwendewarî,paqjî.
Wa hevalên te li her cî serbilind pêşve dicing,
Rabe ser xwe ey keça kurd serbilind bimre tu jî.
( Keça Kurd )D ! – R 136
Ji bilî Bang u şîretên cegerxwîn ji jinan re ,wî dihelbestên xwe de gelek berve dêriya mafê jinan jî kirî û giliyên pêxmberan jî dihlbestên xwe de kirine wek seyda Cegerxwîn dibîne ku pêximberan jî mafê jinan bi temamî nedaye ji ber pêxiber jî regezê nêrbûne , maf jî her li aliyê hêzêye:
Bê bend û zincîr tu tê girêdan,
Bi her sê pirsan tu tête berdan.
Zerdeşt û Mûsa ,Taha û Îsa,
Tu bindest hiştin,kirin perîşan.
( Erê xwîşkê ) D 1 - R 184
Çegerxwîn bi van helbest û şîretan çihê pêximberekî digre çinkê cigerxwîn tîştê dilê xwe gotine û nivîsandin. Tiçarî serê xwe ji ti hêzan re danenabû û di helbestên xwe de durûyetî nekiribûn. Loma îro Cegerxwîn Bûye senbûla berxwedanê. çinkê Cegerxwîn ji ti hêzan re sere xwe netewandibû neheqî qebûl nekiribû .Lewra jî îro nave Cegerxwîn di kurdistanê de bûye navekî mezin . Kurdên zana şanaziyê binav û helbestên Cegerxwîn dikin.
Têbînî:Mihemed Hemo bi vê lekolina xwe beşdari Festivala Cegerxwin a Li Hewlêrê bû