destpêk                      gotare bişîne                   têkilî                     links                     erşîv                     beşê arabî   
nivîsar

Tirbesipî: Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Kurdên li derve û malbatên
wan dayina belgeyên nasnameyê qedexe dike - Navên pêþî peyda bûne KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2010ê - Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi na
... Berdewam bixwîne

Qamiþlo: Komek Fileh di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2010ê - Piþtî Tirbesipî û Amûdê KurdWatch navên kesên ji derve yên ji Qamiþloyê, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, peyda kirin. Di vê lîsteyê de balkêþ e ku gelek kesên ku navên wan tê de ne, fileh in. Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Qamiþloyê lîsteyên Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Amûdê: 58 Kurdên derve di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2010ê - Wek ku berê hatibû behskirin, Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, þandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye þandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Hevpeyvîn bi Birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê
Nivîskarê Rojnama Agirî Selîm Zencirî, bo baskirin li ser paketa AKPê bo reformên Destûrî, helwesta kurdan û bi giştî
... Berdewam bixwîne

Peyama Mistefa Hıcrî ji bo greva giştî
Peyama Birêz Mistefa Hıcrî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê Bi Boneya Gireva Giştî A Xelkê Kurdistanê

?

... Berdewam bixwîne

Nameyek vekirî jibo desthilatdarî ya sûrî ( beshê 1 ê )
Ahwara Ako- mahmoud ako nivîskar û rojnamevan. 

rojavayî kurdistanê.


Sûrî kirinên xwe yên dijî mirovantî yê rawestîn.  mafê gelê kurd ê rewa bi dilovanî bigir yana wê li ser serê we teva bibi herifandin û wêran kirin

... Berdewam bixwîne

Ev beşe vê gavê bê naverok e.
 

Îro Roja cîhanî ya pirtûkê ye



Rêxistina UNSECO, roja 23.Nîsanê kire roja cîhanî ya pirtûkê. Birayara dana wê, di 23.04.1995an hat, netenê roja cîhanî ya pirtûkê, belê (World Book and Copyright Day) ye/T.Marînî

Îro Roja cîhanî ya pirtûkê ye


Îro, piştî nîvro, ez li pirtûkxane û dezgehên bi pirtûkê re têkeldar digeriyam. Bi gêrana gelek semînar û xwendinê, bajarê ku ez lê dijîm geş û xemilandî bû. Hişmend, nivîskar, fîlosof û bîrewer, noşa pirtûk, zanist, tore û xwendinê hildidan. Min jî di kûrahiya xwe de, ji xwe dipirsî, gelo dê kengî welatên me jî, çav li wan bikin û van çalakiyan bikin, dilê hijmareke mezin ji xelkên xwe geş û rengîn bikin?! Min ji xwe dipirsî, kengî dê pirtûkxaneya malê bibe rewiştekî gelerî û bibe kehniya zanînê bo zarokên me, gulîkên paşerojê(dema bihê)???

Ez giham ber dergehê malê, keça min ya biçûk, gote min: „Bavo min pirtûkeke çîrokan bo te diyarî anî. Îro, em, çûbûn û me pişbirka xwendinê hebû. Îro roja cîhanî ya pirtûkê ye. Grûpa ku ez tê de, serketin bi dest xwe ve anî“.

Li vir û di wê kêlîkê de, hem ez kêfxweş û dilxweş bûm, ji ber ku ji niha ve keça min Kalînê, bi van tiştan ve mijûl dibe, lê ji hêleke din ve, ez xemgîn bûm, ku derfet bo zarokên me kurdan, bi kêmanî li sê parçeyên Kurdistan nîne, ku şahî û xweşiyê bi rojeke wisa bibînin û binasin.

Pirtûk alavê herî kartêkir e, li ser hiş û hizr û bîra mirov.

Bêguman bi hatina çapxanê re, mirovahiyê gavên yekcar mezin di hemî biwarên jiyanê de avêtin.

Lê pirtûk berahîka çapxaneyê hebû û ew jî reşbelek û bi xêzên destan bûn. Cudabûna wê ev bû, ku pirtûk berê bi destên kahin, oldaran û fîlosofan dihatin nivîsîn û xwendevan jî her ew bûn.

Lê dema çapxane derket, bi hijmarên mezin hatin çapkirin û belavkirin, hinga hijmareke mezin ji xelkê bûn beşdarê damezirandina zanist û toreyê.

Rêxistina UNSECO, roja 23.Nîsanê kire roja cîhanî ya pirtûkê. Birayara dana wê, di 23.04.1995an hat, netenê roja cîhanî ya pirtûkê, belê (World Book and Copyright Day) ye.

Di vê rojê de, gelek semînar û xwe xwendin di cihên peywendîdar de, li dar dikevin.

Ji dema ku ev roj bûye rojeke cîhanî, mafê nivîser û weşanxaneyan di destûr û yasayên welatan û bi taybetî yên demoqrat û pêşkeftî, bêhtir hate çesipandin.

Mixabin, ku ev roj li welatên me û bi taybetî, yên ku Kurdistan di bin desthilatdariya wan de ye, çu nirx û behayî nadin pirtûkê û nivîskar, belkî bi hemi rengan, dixwazin milet dizan bimîne, bo bikaribin pîlanên xwe li ser wan bi rê ve bibin. Ji xwe bi siyaseta birçîbûna wan, pêkolê dikin, wan bikin xizmetkarên system û pîlanên xwe yên nemirovane.

Ev Roj, çima 23.Nîsanê?

Li Ketelan, ku Herêmeke di navbera Ferensa û Spaniya de parçekirî ye, mirovekî wan î pîroz hebû, bi nave Georg(Corc), div ê rojê de pirtûk û gul li xelkê belav dikirin û nave wê roja Qidîs Corc bû.

Lê ev roj, roja jidayîkbûn William Shakspeare û Miguel de Cervantes e, her wisa jî roja jidayikbûna nivîskarê ketelonî Josep Pla û ya nivîskarê Islandî, hilgirê xelata Nobel ya toreyê Halldòr Laxness(1955). 23. April 1902 in Reykjavík; † 8. Februar 1998.

Bo kurdan jî cihê dilxweşiyê ye, ku di 22.04. hersal roja rojnamegeriya kurdî ye. Miqdat Midehat Bedirxan, yekemîn rojname bi navê Kurdistan weshan û gihande destê xwendevanan, wate xwendin ji qûnaxa, ku tenê di hicrikan de be derxist biyava gel û milet î û ew bi êş û azariyên wan haydar kirin.

Bi hêviya ku ev roj li Kurdistanê jî bibe rojeke eyan û gelek çalakî bi vê boneyê li dar bikevin.

Tengezar Marînî




 
_ASSOTOPIC

ziman

E-Mail: hemid9@hotmail.com                                                              www.alparty.de

Webdesign by : www.hamo-host.de