destpêk                      gotare bişîne                   têkilî                     links                     erşîv                     beşê arabî   
nivîsar

Tirbesipî: Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Kurdên li derve û malbatên
wan dayina belgeyên nasnameyê qedexe dike - Navên pêþî peyda bûne KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2010ê - Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi na
... Berdewam bixwîne

Qamiþlo: Komek Fileh di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2010ê - Piþtî Tirbesipî û Amûdê KurdWatch navên kesên ji derve yên ji Qamiþloyê, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, peyda kirin. Di vê lîsteyê de balkêþ e ku gelek kesên ku navên wan tê de ne, fileh in. Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Qamiþloyê lîsteyên Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Amûdê: 58 Kurdên derve di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2010ê - Wek ku berê hatibû behskirin, Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, þandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye þandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Hevpeyvîn bi Birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê
Nivîskarê Rojnama Agirî Selîm Zencirî, bo baskirin li ser paketa AKPê bo reformên Destûrî, helwesta kurdan û bi giştî
... Berdewam bixwîne

Peyama Mistefa Hıcrî ji bo greva giştî
Peyama Birêz Mistefa Hıcrî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê Bi Boneya Gireva Giştî A Xelkê Kurdistanê

?

... Berdewam bixwîne

Nameyek vekirî jibo desthilatdarî ya sûrî ( beshê 1 ê )
Ahwara Ako- mahmoud ako nivîskar û rojnamevan. 

rojavayî kurdistanê.


Sûrî kirinên xwe yên dijî mirovantî yê rawestîn.  mafê gelê kurd ê rewa bi dilovanî bigir yana wê li ser serê we teva bibi herifandin û wêran kirin

... Berdewam bixwîne

Ev beşe vê gavê bê naverok e.
 

Peyama Mistefa Hıcrî ji bo greva giştî



Peyama Birêz Mistefa Hıcrî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê Bi Boneya Gireva Giştî A Xelkê Kurdistanê

?

Carek din bi tekoşîn û yekrêziya we, rojên din ên geş di dîroka xebata rewa û serdemiyane ya gelê me, dijî zulm û zûrdariya rejîma Komara Îslamî, hat tomar kirin.

Piştî îdamkirina 5 xebatkarên siyasî ji aliyê rejîma Komara Îslamî li roja Yekşemî, 19’ê Banemerê di girtîgrha Ewînê de, bi navên Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemholî û Elî
?

Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan ku 4 kesên yekem Kurd û kesê din jî ne Kurd bû, bizavên nerazîbûna xelkê bi armanca nîşandana hevxemî ligel malbatên şehîdan û gelê Kurd û nîşandana bêzariya xwe ji rejîmê, li Kurdistana Îraqê, Ewropa û Amerîka yê destpêkir û di roja Pêncşemî, anku îro 23’ê Banemerê bi birêvebirina girevek giştî li piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê de gihîşte kopika xwe. Ev mangirtina seranserî, bersivek hêja bû bo kiryarên dijîgelî ên rejîmê derheq rijandina xwîna ciwanên welatparêz û dilsoj ên gelê mafxwarî yê me.

?

We bi vî karê demokratîk, ew peyama rohn gihande malbatên serbilind ên şehîdan, girtiyên siyasî û yek bi yekê/a xebatkarên riya azadiya gelê me, ku gelê Kurd ji Xoy û Selmasê ve, heya digîje Kirmaşan û Îlamê, neteweyek yekgirtî ye. Keç û xortên xebatkar li her kuderê bin, yên malbatekê ne û xema jidestdana her yek ji wan, xema hemû gelê me ye, lewre ye jî ku hemû bihevre mil didin ber barê xem û kovana şehîdbûna xweştiviyên xwe û wê xemê dikin hêvênê sorbûn û pêdagiriya pêtir li ser xwast û daxwazên rewa ên xwe.
Xincî wê yekê, ev mangirtina seranserî, baştirîn peyam bû bo desthilatdarên Komara Îslamî ku carek din jî wê rastiyê têbigîjin ku bi şehîdkirina Keç û xortên me, leşkerkişî û çavsoriyan ve ji gelê Kurd û hemû gefxwarin û pîlanên wan, gelek ji wê yekê lawaztir û bêşiyantir in ku gelê Kurd bi çokde bînin û di bin zext û givaşan de stûxwarê siyasetên paremayî û şikestxwarî yên xwe bikin.
Bila xelkê cîhanê jî bizanin ku rejîma Komara Îslamî serbarê hemû mehtkirin û pesindayîna xwe, lê li hember îradeya mafxwazaneya gelê Kurd û netewên din ên Îranê de, zelîl û bêşiyan û lawaz e.


Xelkê Hışyar û Çavnetirs ên Kurdistanê!

Piştevaniya tex û qatên Îranî û Kurdistanî di nîşandana hevxemî li gel malbatên şehîdên ezîz ên me û hevgavî û gavavêtina wan dijî rejîma Komara Îslamî li gel gelê Kurd, yekrefî û hevpeywendiyek wiha di navbera alîgirên azadî û parêzerên mafê mirovan ji aliyekê û li dijî desthilatdarên rejîma Komara Îslamî jî ji aliyê dinê ve, ne tenê li Kurdistanê, belkî li hemû deverên Cîhanê pêkanî ku bi dirêjiya temenê pir ji şermezarî yê Komara Îslamî de bêwêne bû. Eve jî li cihê xwe de serkevtinek mezin bû. Bêguman ew serkevtina mezin jî bi bê piştevanî, û vê hevgaviyê û hevdengiya berîn nedihat bidestxistin. Lewra îzin dixwazim ji aliyê xwe û rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, spasiya bêdawî û pîrozbahiya xwe arastey hemû gelê qehreman yê Kurd li Kurdistana Îranê, derve, xebatkarên Partiyê bi taybet di navxweyî welat, saziyên siyasî ên Kurdistana Îran, Turkiye û Sûriye û kesayetiyên Wêjeyî û siyasî ên Kurdistana Îraqê bikim ku di vê mangirtinê de alîkarê xwîşk û birayên xwe li Kurdistana Îranê bûn. Diyare asta dijkiryara xelkê nerazî ji rejîmê tenê Kurdistan negirt, belkî hêzên siyasî ên opozîsyona Îranê jî serbarê bîr û boçûnên cuda, bi awayek yekgirtî li welatên Ewropa û Amerîkayê, di xwenîşandan û kor û civînên ku bi vê boneyê ve pêk hatibûn, beşdariyek bêwêne kirin ku hêjayî rêzgirtin û pêzanînê ye.


Em hîvîdarin hemû ev dijkiryarên ku piraniya mafxwazên Îranî di heyamê wan çend rojane de nîşan dan, bibe destpêkek pîroz bo xurtkirina pêtire xebata yekgirtî a xelkê bizal hatî yên Îranê heya hiloşîna yekcarî a rejîma hov û serberedayî a Komara Îslamî û avakirina hikûmetek li ser xwast û îradeya hemû gelên Îranê.


Serkevtin bo xebata rizgarîxwazane ji destê dîktatorî û paremayiyê
Yekgirtîtir be hêza bêdawî a civatên xelkê azadîxwaz ên Îranê

?



 
_ASSOTOPIC

nivîsar

E-Mail: hemid9@hotmail.com                                                              www.alparty.de

Webdesign by : www.hamo-host.de